Li Somaliyê li dijî otelê êrîş: Herî kêm 28 kes hatin kuştin

Di encama êrîşê de bi çek û bombeyî ya ji aliyê çeteyên Eş Şebab ê li paytexta Somalî Mogadîşûyê hate lidarxist, herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Mogadîşûyê çeteyên ku bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî Otela Dayah a li nêzî Parlemetoyê kirin, piştre jî bi çekan êrîşek li dar xistin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, 43 jî birindar in.

Berpirsê servîsên alîkariya lezgîn a paytextê Ebûkadîr Abdirahmana Adem daxuyaniyek da û diyar kir ku jimara mirî û birîndaran ên ku hate parvekirin, jimarên ji derveyî agahiyên li gel wî ne. Adem diyar kir ku gelek mirî û birîndar bi ambûlansên cuda hatine rakirin.