Li Somaliyê baran barî lê birçîbûn bi dawî nebû!

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, diyar kir ku ji ber barana ku li Somaliyê, kêm jî be rewşa heyî hinek aram kir, lê hê jî gefa birçîbûnê didome.

Somalî jî mîna gelek welatên li herêmê bi zûhabûrnê re rû bir û ye.Ji ber rewşa zûhabûnê, 6.2 milyon sifûsa welat di nava şertên nebaş ên jiyanê de dijîn.

Di hefteya duyemîn a meha Nîsanê û vir de baran dîsa barî, hema bêje li her aliyê welat baran barî.

Ev baran wê ji bo çandiniya cotyar û şînatiya lawirên wan têrbike. Ji ber şert û mercên avahewayê lawir jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Midûrê operasyona Komîteya Xaça Sor Domînîk Stîllhart di civîna çapemeniyê ya li paytext Naîrobî ya Kenyayê lidar xist de wiha got: “Barîna baranê baş jî be, rewş ji îro û sibehê jî nayê guhertin. Ji bo dem dirêj rewşa jiyana welatiyan asayî bibe pêdivî bi pêwîstiyên girîng hê jî heye.

Stîllhart,bal kişan ku 360 hezar zarok di bin şertên pir giran ên jiyanê de ne, civaka navneteweyî ji bo alîkarî bide 6 milyon kesan divê bi lezgîn bikeve nava tevgerê.

Li aliyekê birçîbûn li welêt heye, li aliyê din jî 20 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketine. Tê payîn ku di baranê de ev rewş hê girantir bibe.

Alîkariya xurekê zêdetir li herêmên di bin dagirkeriya milîsên Îslamî El Şebab û cihê şer lê rû didin, heye.

Berovajî kirîza birçîbûnê ya ku li sala 2011’an a ku ji ber birçîbûnê 260 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, vê carê jî neastengbûna milîsan a ku gel cihê xwe biguherin û xebatên rêxistinên civaka sivîl ev rewşa asantir kiriye.