Li Somalî ji ber êrişa bombeyî 61 kes mirin

Li Somalî ji ber êrişeke bombeyî 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 2 ji kesên jiyana xwe ji dest dan ji Tirkiyeyê ne.

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê ji ber êrişeke bi wesayiteke bombebarkirî herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Somalî ragihand ku di êrişê de 2 kesên ji Tirkiyeyê jî jiyana xwe ji dest dan.

'HEJMARA MIRIYAN WÊ ZÊDE BIBE'

Hate ragihandin ku êriş li meydaneke qelebalix a bajêr pêk hat.

Xwediyê servîsa ambûlansê Abdîkadîr Abdîrahman Hajî Aden ji Reûtersê re axivî û got, "Heta niha me 61 kesên jiyana xwe ji dest dan birin û 61 jî birîndar in. Bi dîtina min wê hejmara miriyan teqez zêde bibe."

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser milê xw,e lê belê tê zanîn ku rêxistina terorê ya Eş Şebab li herêmê êrişan dike.

Şahidekî bûyerê yê bi navê Sakariye Abdulkadîr jî got, "Min li her deverê cesed dît. Hin ji wan şewitî bûn ku nedihatin naskirin."

Parlamenterê Somalî Mûhammed Abdîrîzak jî anî ziman ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêdeyî 90 kes in, lê belê ev agahî nehate piştrastkirin.