Li sînorê Xeze-Îsraîlê 5 Filistînî mirin

Welatiyên Xezeyê mîna her Înê îro jî çalakiyên xwe yên li ser sînor domandin.Li gorî çavakniyên Filistînî, li ser xeta sînoran 5 Filistînî mirin.

Ji meha Adarê û vir ve her roja Înê bi hezaran Filistînî, li ser sînorê Şerîda Xeze ya bi Îsraîlê ku di bin kontrola Hamasê de ye çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin.

Li gorî çavkaniyên tenduristî yên Şerîda Xezeyê, di çalakiyên vê Înê de 5 Filistînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku vê mijarê lêkolîn dikin.

Di xwepêşandanên ji meha Adarê û vir ve li Şerîda Xezeyê dom dike de nêzî 200 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Leşkerekî Îsraîlî miriye.