Li sînorê Xezzayê 6 kes hatin kuştin

Duh di çarçoveya Meşa Mezin a Vegerê de li rojhilatê sînorê Xezayê leşkerên Îsraîlê êrîşî çalakiya Filistîniyan kir û 6 kes kuştin bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistîn Dr. Eşreg El-Kûdra got, 6 Filistîniyên ku hatine kuştin anîne nexwexşaneyê û nasnameya 5 ji wan wiha ye; Ahmed Îbrahîm Zekî Et-Tavîl (27), Mûhammed Abdûlhafîz Yûsûf Îsmaîl (29), Ahmed Abdûllah Ebû Naîm (17), Tamer Ebû Ermane (27), Abdûllah Berhem Ed-Dagme (25) û Afîfî Mahmûd Ata Afîfî (18) ye.

Li aliyê din 3 jê giran 45 zarok, 8 jin û 2 xebatkarên tenduristiyê jî di nav de bi giştî 192 kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku dema Filistînî hatine cihê konan leşkerên Îsraîlê bi gaza îsotê û guleyên rast êrîş kirine.

Ji 30’ê Adarê ve her roja Înê li sînorê Xezzayê çalakî tê kirin û zêdetirî 200 kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin û zêdetirî 22 hezar kes jî birîndar bûne.