Li sînorê Fas-Spanyayê trajediya mirovî: 23 kes mirin

Ji koçberên ku hewl didan derbasî herêma Melîlla ya li Bakurê Efrîkayê bibin, ku xaka Spanyayê ye, bi dehan koçberan jiyana xwe ji dest dan. Tundî û kiryarên nemirovane yên polîsên Fasê bûn sedema nerazîbûnê.

Ji bakurê Fasê derdora 2 hezar koçberî hewl dan derbasî Melîllayê bibin. Rayedarên Fasê diyar kirin ku di dema vê hewldanê de 23 koçberan jiyana we ji dest dan.

Hate ragihandin ku 18 koçber û endamekî ji hêzên ewlekariyê birîndar bûne û têne dermankirin.

Ev bîlanço, encama herî giran a trajediya mirovî ye ku di dema koçberiya navbera herdu welatan de qewimî ye.

DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN

Gelek komeleyên Fasê xwestin li ser mijarê lêpirsîn bê destpêkirin. Omar Najî ku li Komeleya Mafên Mirovan a Fasê li ser dosya koçberan dixebite, wiha axivî "Ji bo eşkerebûna şert û mercên vê dramê divê lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin."

Najî ji AFP'ê re axivî û got, "Ev yek li Nador an jî Fasê ti carî neqewimî bû." Li gorî Najî 27 koçberan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku bîlanço dikare girantir bibe.

MADRÎD MAFYA SÛCDAR KIR

Serokwezîrê Sosyalîst ê Spanyayê Pedro Sanchez ji bo vê dramê got, "Êrişa organîzeyî û tund a mafyayan li bajarekî li xaka Spanyayê."

Sanchez li Madrîdê civîna çapemeniyê lidar xist û got, "Lewma êrişek li ser yekparebûna xaka me ye."

Li gorî rayedarên Spanî, bi giştî 130 koçberî karîbûn xwe bigihînin Melîllayê. Hate ragihandin ku yek ji van li nexweşxaneyê tê dermankirin.

LI GORÎ FASÊ, 'JI BER DEHFDANÊ' MIRIN

Rayedarên xwecihî yên Fasê koçber ji mirinê sûcdar kirin û gotin, "Di dema êrişeke ji rêbazên tund ên koçberan de, ji ber ku li ber dîwarê ji hesin hev dehf dan û ketin" jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke hevpar fikarên xwe anîn ziman û xwestin ku giranî ji ewlehiya koçberan û penaberan re bê dayin.

PARLAMETNERA PODEMOSÊ: DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN

Ji hikumeta Spanyayê, endama partiya çep a radîkal parlamentera Ewropayê Îdoîa Vîllanûeava got, "Ji bo ronîkirina bûyerê û berpirsyaran divê lêpirsîn bê meşandin."

KIRYARÊN NEMIROVANE

Li gorî gelek şahidan û dîmenên li tevnên medya civakî hatin parvekirin, polîs tundiyeke giran dikin. Ji dîmenan tê fêhmkirin ku polîs bi rengekî nemirovane tevdigerin, koçberan diavêje ser hev, tundiyê li koçberên li erdê dirêjkirî dikin û gelek mirov li erdê dirêjkirî ne.

ABÎDA: BERPIRSYARÊ ESASÎ POLÎTÎKAYA KOÇBERIYÊ YA YEKÎTIYA EWROPAYÊ YE

Şaredarê Melîllayê Edûardo de Castro jî diyar kir ku hewldana vê carê ya koçberan tund bû û nerzîbûn nîşanî 'bersiva bêpîvan' a Fasê da.

Serokê Nador ê Komeleya Mafên Mirovan a Fasê Mûhammed Amîn Abîda got, "Berpirsyarê bingehîn ê vê felaketê polîtîkaya koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye ku bi Fasê re hevkariyê dike."