Li Sîcîlyayê lehî rabû: 10 kes mirin

Çemê Palermo yê li herêma Sîcîlya ya Îtalyayê ji ber barana zêde rabû. 9 kes ji malbatekê, bi giştî 10 kes li ber lehiyê ketin û mirin.

Îtalya bi rojane li ber karesata xwezayî li ber xwe dide. Çemê Palermo yê li herêma Sîcîlyayê ji ber barana zêde rabû. Ji ber lehiyê 10 kes mirin. 9 kesên mirî ji heman malbatê ne. Di nava kesên mirî de yek 1 salî, yek 3 salî yek jî 15 salî sê zarok jî hene. Ji malbatê sê kes ji lehiyê filitîn. 

Yek ji qurbaniyan rêveberekî firoşgeha benzînê yê 44 salî jî heye. Kesê navborî, ji bo alîkariya kesên ji ber lehiyê asê mabûn bi rê ket, lê li li bajaroka Vîcardiyê mir. 

Rayedaran eşkere kirin, ji bijîşkekî ku ji bo alîkariyê çûyî herêmê jî agahî nayê girtin. Hate ragihandin ku bijîşk ji ber lehiyê neçar maye ku seyareya xwe li kêleka rê bihêle.