Li ser balafira li Îranê kete xwarê agahiyên nû eşkere bûn

Hate îdîakirin, balafira rêyên hewayî ya Ûkraynayê ya li Îranê kete xwarê, beriya bikeve agir pê ketiye. Rayedarên Îranî diyar kirin, balafir dema ku ji ber pirsgirêkekê vedigeriya ketiye xwarê.

Di 8'ê Çileyê de balafireke Ûkraynayê demeke kurt beriya ku ji balafirgeha navneteweyî ya Tehranê rabû ketibû xwarê. Der barê mijarê agahiyên nû eşkere bûn.

Lêpirsîneran diyar kirin, ku li gorî gotinên şahidên li ser rûyê erdê û personelekî balafireke din a li herêmê difiriya, balafir beriya ku bikeve agir pê ketibû.

Rêxistina hewakariya sivîl a Îranê ragihand, "Balafira ku ji bo ji balafirgehê derkeve berê xwe da aliyê rojava, ji ber pirsgirêkekê ber bi aliyê rastê ve vegeriya û di dema vegera li balafirgehê de kete xwarê."

Di balafirê de 176 kes hebûn. Kes jê nefilitî. Kesên di balafirê de 82 jê Îranî, 63 jê Kanadayî, 11 jê Ûkraynayî û 10 jî Swêdî bûn.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand, hikumet der barê qezayê li ser gelek sedema radiweste. Zelenskî 9'ê Çileyê weke roja şînê ragihand.