Li Selahaddînê êrîşî Şîayên ji Îranê hate kirin

Qefleyeke Şîayên ji Îranê dema ku ji serdana mekanên xwe yên pîroz vedigeriyan, bi bombeyan êrîşî wan hate kirin. Di êrîşê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Qefleyeke Şîayên ji Îranê dema ku ji serdana mekanên xwe yên pîroz vedigeriyan, bi bombeyan êrîşî otobusa wan hate kirin. Di êrîşê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya serbaz Saad Mûhammed ê ku yek ji fermandarê Fermandariya Operasyonan a Selahaddînê ya artêşa Iraqê ye diyar kir ku li navçeya Beledê ya wîlayeta Selahaddînê êrîşî Şîayan hatiye kirin. Hate ragihandin di êrîşê de kesek miriye û 7 kes jî birîndar bûne.

Hê kesî êrîş li xwe negirtiye.