Li Sanayê çalakiya protestoyê: Bi dehan kes hatin destgîrkirin

Li paytexta Yemen Sanayê ku di bin serweriya milîsên Husî de ye, li dijî qeyrana aborî çalakiya protestokirinê pêk hat û bi dehan kes hatin destgîrkirin.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre agahiya welatiyekî ji bajêr di nav kesên hatî destgîrkirî de 16 xwendekar jî hene. Kesên hatî destgîrkirî bi mohrkirina belgeya ku wê careke din tevlî çalakiyeke wiha nebin hatine berdan.

Li gorî nûçeya Reutersê yek ji xwendekara jin, ragihandiye ku jinên alîgirê Hûsiyan bi jopên elektrîk û daran êrîşî Wan kirine.

Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh di bin serweriya Hûsiyan de ye. Di Adara 2015’an  de bi destwedana koalîsyona Ereban a li dijî Hûsiyan şer dijwartir bû. Li aliyekî Hûsî û aligirê wan Îran heye, li aliyê din hêzên girêdayî serokomarê Yemenê ku civaka navneteweyî wî nas dike Abd Rabbû Mansûr Hadî û koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebistana Siûdî cih digirin. Di encama vî şerî de trajediya mirovahiyê tê jiyîn. Ji 22 mîlyon gelheya welêt sedî 70 pêwîsiya wan bi alîkariyê heye.

Lighel xizanî û birçîbûnê, ji ber nexweşiya kolera bi hezaran kes mirin. Ligel vê bi êrîşên hewayî û çekên qedexe gelek sûcên mirovahiyê tên kirin. Li gorî NY’ê heta niha di vî şerî de nêzî 10 hezar kes mirine, ji 53 hezar kesî zêdetir jî birîndar bûne.