Li Salehê şer: Hem çete hem jî dewlet dikujin!

Li welatên Efrîkaya Rojava ku li xeta Sahelê ne, komên çekdar qada xwe berfireh dikin. Komkujiyên sivîl salên dawî zêde bûne.

Kolektîfa 50 rêxistinên civakî yên sivîl ku çend roj berê bi navê 'Koalîsyona Welatiyan a Sahelê' li hev kom bûn, bi navê 'Sahel: Yên ku divê bêne guhertin' raporek weşandibûn. Li Efrîkaya Rojava ku bi salan e bi êrişên komên çete yên Îslamî yên tundrew bi taybetî jî bi êrişên El Qaîde û DAÎŞ'ê dikeve rojevê, tê destnîşankirin ku tenê bi destwerdana leşkerî encam bi dest nakeve.

Ji Çadê heta Senegalê, ji Morîtanyayê heta Nîjerê welatên li qadeke berfireh in, bi êrişên çeteyan re rû bi rû ne. Di van êrişan de ku bi taybetî destpêka salên 2010'an giran bûne û bi salan e dewam dikin, gelek sivîl bûne hedef.

Tevgera sîwanî ya bi navê Koalîsyona Welatiyan a Sahelê bi raporekê diyar kir ku komkujiyên sivîlan salên dawî qat bi qat zêde bûne.

Di rapora beriya niha de ku li gorî daneyên saziya civaka sivîl a bi navê ACLED'ê hate amadekirin, li herêma Sahelê di sala 2017'an de 356 sivîl hatibûn qetilkirin. Ev hejmar sala 2020'î bi 7 qatî zêde bû û bi qasî hate tespîtkirin 2 hezar û 443 kesî jiyana xwe ji dest dan.

KÊMBÛNA SERWERIYA DEWLETAN BI KÊRÎ ÎSLAMIYÊN TUNDREW HAT

Nuqteyeke din a ku kolektîfa saziyên civakî yê sivîl ew e ku gelek welatên li herêmê ji ber pirsgirêkên aborî û siyasî bi taybetî li qadên bejahî nikarin serwer bin. Di encama vê yekê de jî bandora komên çekdar bi taybetî jî yên çeteyên tundrew ên Îslamî zêde dibe. Piştî ku sala 2012'an li pey darbeya leşkerî bakurê Malî ji aliyê komên ser bi El Qaîdeyê ve ji bo demeke kurt hate dagirkirin, ev rewş li tevahiya herêmê belav bû.

Di rapora kolektîfa Koalîsyona Welatiyan a Sahelê de pêşniyarê li welatên Sahelê dike ku ji bo rawestandina şer, bi hemû komên çekdar re diyalogê bikin.

DEWLET Û KOMÊN XWEPARASTINÊ JÎ SÛC DIKIN

Ji amadekarên rapora Koalîsyona Welatiyan a Sahelê Niagale Bagayoko li ser mijarê ji radyoya RFI re axivî û anî ziman ku komkujiya sivîlan îsal gelekî zêde bûye. Bagayoko ragihand ku tenê li Nîjerê di 3 mehên destpêkê yên vê salê de zêdeyî 200 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin. Hate bibîrxistin ku leşkerên artêşa Çadê jî li hin deveran destdirêjî kirine. Bagayoko bi bîr xist, ku di raporeke beriya niha de ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate weşandin, li Fransayê di êrişeke hewayî de 19 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Niagale Bagayoko diyar kir ku dema bûyer hemû bên tespîtkirin wê were dîtin ku asta komkujiya sivîlan girantir e û îdîa kir ku hêzên ewlekariyê yên dewletan ji komên din ên çekdar bêhtir sivîl kuştine. Li gorî Bagayoko tevî dewletên herêmê komên çete yan jî milîsên li dijî rêxistinên sûc şer dikin, her wiha hin 'hêzên xweparastinê' jî komkujiya sivîlan kirine.