Li Saarbrucken DAŞI'yê ku amadekariyê plana qetlîamê dikir hate girtin

Hat diyarkirin ku li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê keseke Sûriyeyî yê ku 'Plana êrîşekê' dikir ku di pîrozbahiyên serê salê de li dar bixe hate girtin.

Li gorî kovara Der Spîegal a ku îdîayan dispêre çavkaniyên lêpirsînkê, di operasyona roja Şemiyê ku li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê hate lidarxistin, keseke Sûreyeyî ku wê li ser navê DAIŞ'ê, di nava amadekariyê plana êrîşekê de bû hate girtin.

Hat diyarkirin ku kesê bi navê Hasan A. ê 38 salî, di nivîsên wî yên li ser bernameya Telegramê de plan dike ku wê di serê salê de wesayîta ku dewriye davêjin bi xemilîne û bi ser welatiyên ku sersalê pîroz dike de bajo. Di nava agahiyên de tê payîn ku ev kes li Reqayê çeteyekî yê DAIŞ'ê jî be.

Lê li gorî îfadeya kesê ku ji aliyê polîsên Elman ve hatiye girtin, diyar dike ku bi armanca ku piştgirî bide malbata xwe ya li Sûriyeyê, ji bo pere' ji DAIŞ'ê bigire, ketine nava planekî wisa. Hasan A. di îfadeya xwe de destnîşan dike ku plana êrîşê tenê seneryoyeke û ev serneroy jî ji aliyê polîsan ve cidî hatiye girtin.

Tevî vê kesê hate girtin şandin girtîgehê û bi sûcê "Fînasekirina terorîzmê" wê bê darezandin.