Li Rûsyayê xwepêşandana muxalîf: 140 kes hatin destgîrkirin

Li dijî guherîna yasayê ku wî mafî dide Serokdewletê Rûsyayê heta 2036'an li ser desthilatê bimîne xwepêşandan hate kirin, ji 140'î zêdetir mirov hatin destgîrkirin.

Di çalakiyê de ya ku roja Çarşemê li paytext Moskowê hatî kirin, guherîna Destûrê ya ku beriya bi demeke kurt hatî qebûlkirin, hate şermezarkirin.

Li gorî rêxistina civaka sivîl OVD-Înfoyê 142 kes bi hincet 'xwepêşandana bêdestûr' hatin destgîrkirin.

Li gorî guherîna nû ya destûrê rê hate kirin ku Vladîmîr Pûtîn heta 2036'an li ser desthilatê bimîne.

Endamê meclîsa şaredariya muxalîf Yulîa Gallîamîna li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku li Moskowê ew li gel keça xwe hatiye destgîrkirin.

Hate gotin dema destwerdana polîsan nûçegihan jî hatine destgîrkirin.

Galîamîna û alîgiran ragihand li dijî guherîna Destûrê ji bo ku serî li Dadgeha Bilind bikin 5 hezar îmze kom kirine.

Guherîna destûrê dawiya Hezîran û serê Tîrmehê dabûne ber referandûmê û 78 ji 100'î yê hilbijêran dengê xwe dayê, lê hate gotin muxalefet dibêje hîle hatine kirin.