Li Rûsyayê wê 15'ê Adarê serokdewlet bê hilbijartin

Li Rûsyayê ji bo hilbijartina serokdewlet bang li 112 milyon hilbijêrî hate kirin ku 15'ê Adarê tevlî hilbijartinê bibin. Vladîmîr Pûtîn ku çaryek sedsal e li ser desthilatdariyê ye, tê payin ku careke din bê hilbijartin.

Vladîmîr Pûtîn ku çaryek sedsal e weke Serokdewlet an jî Serokwezîr li ser desthilatdariyê ye, li hemberî wî tenê sê namzet hene. Şensê wan ê hilbijartinê jî nîne.

Ji Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Leonîd Slûtskî, ji Partiya Gel a Nû Vladîslav Davankov û ji Partiya Komunîst jî Nîkolîa Kharîtonov hevrikên Pûtîn e.

Li gorî hilbijartinên 2018'an hejmara namzetan kêm tê dîtin, ku ev yek jî weke tengbûna qada siyasî tê nirxandin.

Di demekê de ku şerê bi Ûkraynayê re dewam dike, Pûtîn bang li hilbijêran kir ku tevlî hilbijartinê bibin.

Peyama Pûtîn li Channel One hate weşandin. Pûtîn got, "Gelekî girîng e ku em ahengî û biryardariya xwe destnîşan bikin û bi hev re bi pêş ve biçin. Her deng girîng û bi wate ye."

Serokê Kremlînê îdîa kir ku hilbijêr hemû dixwazin Rûsyayeke 'dewlemend, xurt, azad û aram' bibîne.

Pûtîn got, "Em dixwazin pîvan û kalîteya me ya jiyanê bilind bibe. Bila welê be" û wiha dewam kir, "Yên tevlî operasyona taybet (Şerê li Ûkraynayê) dibin jî wê deng bidin. Ew ji bo Rûsan hemûyan dibin mînak."