Li Rûsyayê grevên birçîbûnê yên Kurdan zêde dibin

Li navçeya Novoaleksandrovkiyê ya Rûsyayê Kurdan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dane destpêkirin.

Greva birçîbûne bi pêşenga Otonomiya Çanda Kurd a li navçeya Nvoaleksandrovkiyê ya bajarê Stavrapolê pêk tê.

Hevserokên Otonomiyê di greva birçîbûnê de axivîn û ji ber helwesta CPT û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bara tecrîdê, CPT û NY şermezar kirin.

Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê hate slavkirin.

Greva birçîbûnê 24'ê Kanûnê li Krasînkutê ya Saratovê û 23'yê Kanûjnê jî li navçeya Dargaçiyê bi mebesta ku tecrîdkirina Ocalan were şermezarkirin dest pê kiribûn.