Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li rojhilatê Efrîkayê karesata lehiyê: Zêdeyî 260 kes mirin

Li rojhilatê Efrîkayê, barana ku çend hefte ne bi dijwarî dibare bû sedema lehiyê. Ji ber karesaetê zêdeyî 260 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hikumeta Rûandayê ragihand, ji ber barana demsalî ku çend hefte ne li rojhilatê Efrîkayê dibare, lehî rabûne û di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Rewşa Lezgîn 7'ê Gulanê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Êvara Çarşemê barana ku bi dijwarî bariya bû sedema lehiyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nîvê şevê ji ber lehiyê 65 kesî jiyana xwe ji dest dan. Barana zêde xisar li rê û binesaziyê kir. Ji ber lehiyê 91 xanî, 5 pir û gelek çîftlîk di nava avê de man."

Li Kenyayê jî roja Pêncşemê bi bilindbûna avê re 4 zarok li ber avê çûn. Rojek beriya vê daxuyaniyê hikumeta Kenyayê diyar kiribû ku di nava mehekê de ji ber lehî û şemitîna erd de 194 kesî jiyana xwe ji dest dane, zeviyên çandiniyê û binesaziya avê têk çûne.

Li Ûgandayê jî ava Gola Vîctorîa fûriya û gelek xanî, nexweşxane û pir di nava avê de hişt. Bi hezaran mirov neçar man cihê xwe biguherînin.