Li Rojavayê Efrîkayê ji ber şer bi dehan kes mirin

Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, piştî ku çeteyên Îslamîst ên tundrew êrişî yekîneyên artêşê kirin şer qewimî. Hate ragihandin ku di şer de tevî leşker û sivîlan 80 çete jî hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ku ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Bûrkîna Faso, li herêma Arbînda ya bajarê Soûm ê li bakurê welêt doh serê sibehê êrişeke berfireh pêk hat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber êrişa çeteyên Îslamîst ên tundrew gelek sivîl û herî kêm 4 leşker û 3 jendermeyan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku herî kêm 20 endamên artêşê û jenderme jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê êriş bi hevdemî li dijî yekîneyên leşkerî û sivîlan hatin kirin û bi bersiva yekîneyên artêşê re şer qewimî û bi saetan dewam kir. Li gorî daxuyaniya artêşê herî kêm 80 êrişkar hatin kuştin.

Bûrkîna Faso li sînorê Malî û Nîjerê ye ku çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê lê çalak in. Ji sala 2015'an ve êrişên çeteyan lê zêde bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sala 2015'an ve zêdeyî 700 kes hatin kuştin û zêdeyî 560 hezar mirov jî neçar man warê xwe biterikînin.