Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li rojavayê Afrîkayê xeteriya şerekî nû dewam dike

Li welatê Gambiyayê, operasyona leşkerî ya yekîneyên CEDEAO, ku li dijî Yahya Jamneh ê encamên hilbijartinê qebûl nake, hat sekinandin.

Eger heta îro danê nîvro encamek ji hewldanên navbeynkariyê dernekeve, dibe ku şer rû bide.

Li Gambiyayê, di meha Kanûnê de hilbijartinên serokkomariyê hatin lidarxistin û di encamê de Yahya Jamneh têk çû. Lê belê Jamneh qebûl nekir ku dest ji wezîfeya xwe berde, lewma yekîneyên Senegalê duh ketibûn nava vî welatî.

Serokê Civata Aboriyê ya Welatên Rojavayê Afrîkayê (CEDEAO) Marcel Alaîn de Soûza diyar kir, ji bo encamek ji hewldanên hikûmeta Gîneyê li Gambiya dimeşîne derkeve, operasyona leşkerî hatiye rawestandin. Soûza ragihand, eger heta îro danê nîvro encamek ji van hewldanên navbeynkariyê dernekeve, wê yekîneyên CEDEAO ji nû ve dest bi operasyona xwe ya li Gambiya bikin.

Adama Barrow ku di hilbijartinên meha Kanûnê de bi ser ket, li Sefaretxaneya Bilind a Gambiya ya li Senegalê sond xwar. Li gorî hin çavkaniyan, Yahya Jamneh qebûl kiriye ku biçe Morîtanyayê.