Li Rennesê kafe û restorant wê terasan germ nekin

Li bajarê Rennesê ya Fransayê ji ber têkoşînê dijî guherîna avûhewayê kafe û restoran wê terasan germ nekin. Ev biryara li Rennesê îro dest pê dike. Tê payin li gelek devera ransayê heman gav were avêtin.

Bi mebesta têkoşîna dijî guherîna avûhewayê li Rennesê ya Fransayê kafe û restoran wê zivistanî terasan germ nekin. Biryar ji bo xwediyên kar bi 'nebaşî' tê dîtin lê tê nîqaşkirin ku gavên mîna vê li bajarên din jî werin avêtin.

Alîkarê Şaredar Mar Hervê di daxuyaniyê de got, ''Li dijî guherîna avûhewayê li qadên vekirî divê em bibin mînak. Rennes ku nifûsa wê 200 hezar e wê bibe bajarê pêşî ku vê biryarê bi cih bîne. Em ji vê biryarê zehf kêfxweş in.''

Biryar li Fransayê nû û mînak e û bi pirdengiyê bi cih naye.

Bi nîqaşa 3 mehan re her çendî pirdengî nebe jî tê gotin sendîka û rêxistinên din vê biryarê di cih de dibînin.