Li Qerebaxê bi hezaran kes ji bo 'korîdorê' daketin qadan
Li Qerebaxê bi hezaran kes daketin qadan û xwestin 'korîdora Laçîn' bê vekirin, ku yekane rêya ber bi Ermenistanê ve ye.
Li Qerebaxê bi hezaran kes daketin qadan û xwestin 'korîdora Laçîn' bê vekirin, ku yekane rêya ber bi Ermenistanê ve ye.
Korîdora Laçîn ku yekane rêya navbera Qerebax û Ermenistanê ye, vê hefteyê ji aliyê Azerbaycanê ve hate girtin.
Bi hezaran kes li qada bingehîn a paytexta Qerebax Stepanakertê li hev kom bûn û xwestin korîdor bê vekirin. Ermenistan diyar dike ku girtina korîdorê wê li Qerebaxê bibe sedema krîzeke giran a mirovî.
Azerbaycanê zexta xwe ya li ser herêmê zêde kir û 11'ê Tîrmehê korîdora Laçîn li çûn û hatinê girt.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Yekîtiya Ewropayê jî roja Çarşemê daxuyanî dan û xwestin dorpêça li ser korîdorê tavilê bê rakirin.
Di vê navberê de rayedarên Ermenistan û Azerbaycanê ji bo jinûve diyarkirina sînorê navbera herdu welatan roja Çarşemê hevdîtinên yekser kirin. Herdu alî hevdu bi binpêkirina agirbestê sûcdar dikin. Lİ herêma sînor jî tim û tim şer diqewime.
Ev herdu welatên Sowyeta berê yên il Kafkasyayê, di sala 2020'î de ji bo kontrokirina Qerebaxê li ber hev rabûn, şer kirin. Azerbaycan bi piştgiriya yekser a dewleta Tirk di vî şerî de gelek herêm dagir kir. Bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest hate ragihandin jî li ser sînor timî şer diqewime.
Herêma çiyayî ku piraniya şêniyên wê Ermen in, piştî ku Yekîtiya Sowyetan hilweşiya, ji Azerbaycanê cihê bûbû. Di şerê destpêkê yê salên 1990'î de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn û bi serketina Ermenistanê bi encam bûbû.
Di şerê payîza 2020'î de jî 6500 kesî jiyana xwe ji dest dan û Azerbaycanê gelek herêm dagir kir.