Li Perûyê qeza: Bi dehan kes mirin
Li welatê Başûrê Amerîkayê Perûyê, ji ber qezayeke trafîkê herî kêm 25 kes mirin.
Li welatê Başûrê Amerîkayê Perûyê, ji ber qezayeke trafîkê herî kêm 25 kes mirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê polîsên Perûyê ve hatin ragihandin, qeza duh li herêmeke bi 45 kîlometreyan li bakurê paytext Lîma ye rû da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku qemyonek li otobusa rêwiyan ketiye û ji ber vê yekê otobus bi sed metreyî wergeriyaye nava çem. Hat ragihandin, di qezayê de herî kêm 25 kes mirin.
Li gorî medya herêmî herî kêm 40 kes mirin. Lê rayedaran gotin, heta niha hatiye zelalkirin ku 25 kes mirine.