Li Perûyê barana ji ber El Nîno: Herî kêm 65 kes mirin

Li Perû welatê Başûrê Amerîkayê, barana dijwar a ji ber fenomena El Nîno dibare, roj bi roj zerareke giran dide herêmê.

Fenomena El Nîno bi germbûna ava okyanûsê rû dide. Barana dijwar a ji ber El Nîno dibare, bi deh hezaran mirov mexdûr kir.

Vê barana dijwar li herêmê rê li ber lehiyê vekir. Hat ragihandin, heta niha 65 kes ji ber lehengiyê jiyana xwe ji dest dane û 72 hezar kes jî ji cih û warên xwe bûne. Tê gotin, vê yekê herî zêde bandor li herêmên nêzî Okyanûsa Pasîfîkê ne, kiriye.

Li aliyê din, lîderê tevgera gerîla Rêya Ronî Abîmael Gûzman, ku li baregeheke deryayî ya li Callao dihat girtin, derbasî girtîgeheke din hat kirin.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Perûyê, wê alîkariya ji 2,5 mîlyar nûevo sol (760 mîlyon dolarî) ji herêmên lehiyê bandor li wan kirine, bê dayîn.

Barana ji ber El Nîno ji destpêka vê salê ve li Perû dibare, bû barana herî dijwar a ji sala 1998'an û vir ve. Ji ber lehiya sala 1998'an 500 kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Di navbera salên 1982 û 83'an de, ji ber lehiyê û nexweşiyên şewbê yên piştî lehiyê rû dan, 9 hezar kesî jiyana xwe ji dest da bûn.