Li Perthê kongreya NCDK'ê pêk hat

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Perth ê Awûstralyayê, kongreya xwe ya salane pêk anî.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, siyasetmedar Cemîl Gultekîn axivî.

Gultekîn got, "Gelê me di pêvajoyeke dîrokî de ye. Ji bo em di vê pêvajoyê de bibin bersiv, divê em bi şev û roj bixebitin. Nêzî 2 sal in em nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Wekî din, dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê komkujiyan li gelê me dike û xwezaya me talan dike. Nabe ku mirov li pêşberî vê yekê bêdeng bin."

Piştî axaftinê, raporên komîsyonan hatin xwendin û nirxandin.

Di dawiyê de 4 komîsyon hatin avakirin û hevserok hatin hilbijartin.