Li Peroyê li dijî çeteyên ku pitikan difiroşin operasyonek hate k

Li bajarê Areqûîpa ya dikeve başûrê Perûyê li dijî rêxistineke çeteyan a zarokan direvînin operasyonek hate kirin û di operasyonê de gelek endamên rêxistinê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Di nava 14 kesên hatine destgîrkirin de midûrê giştî yê berê yê emniyeta Perûyê Raûl Becarran jî heye.

Polîsan diyar kir ku hevkara Becarran a piştî ku jinên hejar qane dikin û şûnde zarokên wan digiri û difiroşe. Polîs gûman dikin ku hevkara Becarran lîderê koma çeteyan be.

Di serdegirtinê de zarokek 5 salî jî ji destê çeteyan hate rizgarkirin.

Operasyona ku 500 polîs tevlî bû li gorî saeta herêmî saet 03:00’an bi ser 18 avahiyan de hate girtin.

Becarran ê 61 salî di navbera salên 2010-11’an de erka midûrê emniyeê yê berê yê Perûyê dikir.

 Rêveber didin xuyakirin ku koma çete li pey jinên ku nikarin zarokên xwe xudan bikin û yan jî dixwazin kurtaj bikin, dema jin zarokên xwe tînin dinê li pêşberî pereyan ji wan digirin. Piştre jî van pitikan li pêşberî pereyek hê bi mezitir difiroşin.

Hate ragihandin ku ev zarok li pêşberî 1178 dolaran difiroşin, dîsa hate ragihandin ku polîs li pey wan zarokên ku ji bo malbatên biyanî hatîn dayîn ne jî û dîsa li pey çeteyên ticarê lebetên zarokan in jî.