Li peravên Yewnan 7 koçber mirin

Li peravên girava Lesvos (Midilî) ya Yewnan keştiyeke ku koçber tê de bûn noq bû û bi kêmanî 7 koçber mirin.

Yekîneyên Ewlehiya yên Peravê ragihandin li peravÊn Lesvosê keştiyeke ku koçber hildigirtin noq bûye.

Yekîneyên ewlehiya peravê 57 kes xilas kirin, hê jî lêgerîna li koçberan didome. Heta niha 7 cenaze hatine dîtin.

Nehate gotin bê ka koçber welatiyê kîjan welatî ne. Hate gotin yên ku mirine 4 jê jin, 1 jê kurik û 2  jê keçikên biçûk in.

Li gorî Rêxistina Navnetewî ya Koçberan ji serê vê salê ve ji 300'î zêdetir kes dema ku di ser Behra Spî re dixwestin ku xwe bigihînin Ewropayê mirin.

Ji 2015'an û vir ve piranî jê ji Sûriyê nêzî 700 hezar koçber û penaber li Yewnan in.

Piştî peymana koçberan a 2016'an a di navbeyna Tirkiyê û YE'yê de koça ber bi giravên Yewnan berbiçav kêm bûn. Parêzvanên mafên mirovan ji bo vê peymanê gotin, derî mirovî ye.