Li peravên Spanyayê 9 koçber winda bûn, zarokek hate rizgarkirin

Li peravên başûrê Spanyayê, zarokeke koçber di rewşeke pir xirab de hate dîtin. 9 koçberên li gel zarok di keştiya lastîk de ku noqî avê bûn, winda bûne.

Berdevkê parastina sivîl a herêma Cadîx a dikeve başûrê Spanyayê yê ji AFP’ê re axivî, anî ziman ku zarokê ku li peravê hate dîtin bi eslê xwe ji Gîne yê ye.

Berdev got: “Di rewşeke pir westiyayî û xirab de gihiştiye peravê Spanyayê.” Ragihand ku zarok rakirine nexweşxaneyeke ya Cadîxê.

Hate diyarkirin ku dema keştiya lastîk li boxaza Cebelîtarik re derbas dibû noqî avê bûye. Hate ragihandin ku 9 kesên din ên di keştiya lastîk de winda bûne. Hate destnîşankirin ku birayê zarokê ku hatiye rizgarkirin jî di nava kesên windabûyî de ye.

Li gorî Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ji serê salê û vir ve herî kêm 630 koçber dema ji Deriya Spî xwestine derbasî Spanyayê bibim, mirine. Di tevahiya sala 2017’an de li heman herêmê 224 koçber di avê de xeniqîne.