Li peravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 150 koçber windabûne

Li peravên Lîbyayê keştiyek a koçber li nav bûn noqî avê bû. Bi kêmanî 150 kes winda bûne.

Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku dibe li peravên Lîbyayê 150 koçber miribin. Hate diyarkirin ku 150 kes jî rizgar kirine.

Rêxistina Koçber a Navneteweyî fikarên ku dibe 150 kes miribin anî ziman.

Berdevkê Hêzên Behrê ya Lîbyayê jî da xuyakirin ku bi kêmanî 116 kes winda bûne, 132 kes jî rizgarkirine.

Eger bîlançoya NY’yê diyar kirî rast be, di nava vê salê de wê bibe bûyera herî zêde ya li Behra Spî di encama noqîavêbûna keştiyê de koçber miribe.

Hate ragihandin ku keştî li nêzî bajarê Komas ê 120 kêlometre dikeve rojhilatê Trablûsê noqî avê bûye.