Li peravên Lîbyayê 22 koçber mirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li peravên Lîbyayê, keştiyek ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû û piraniya wan ji Malî 22 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve diyar kir ku 61 koçberên neh rojan li ser botekê li deryayê sax man, ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravî ya Lîbyayê ve hatine rizgarkirin.

Berdevkê Rêxistina Koçê Safa Msheîl ragihand ku koçber ji bajarê Zûwara yê li nêzî sînorê Tûnisê di 22'ê Hezîranê de bi rê ketin.

Berdevk diyar kir ku yên sax man roja Şemiyê gihîşt qada bejahî û got, "Li gorî yên sax mane, piraniya wan ji Malî 22 koçber di dema rêwîtiyê de mirin. Sedema mirina koçberan jî xeniqîn û dehîdrasyon e. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 3 jê zarok in."

Msheîl anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya hin ji koçberan nebaş e û rakirine nexweşxaneyê û got, koçberên din jî li navenda koçberiyê ya El Maya hatin bicihkirin.

Lîbya, ji sala 2011'an û vir ve dema hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî yek ji rêyên sereke yên koça ber bi Ewropayê ve ye.