Li peravên Cezayîrê bi mezinahiya 6 pileyî erd hejiya

Li peravên rojhilatê Cezayîrê bi mezinahiya 6 pileyî erd hejiya. Hate ragihandin ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye.

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeofîzîk û Astronomî ya Astrofîzîk a Cezayîrê, bi 20 kîlometreyî li bakur rojhilatê bajarê Bicaya (Bi zimanê Berberî Bgayet) roja Pêncşemê saet di 01:04 bi 10 kîlometreyî li binê erdê bi mezinahiya 6 pileyî erd hejiya.

Piştî vê erdhejê erdhejên bi mezinahiya 5.2 û 4.7 pileyî rû dan. Di daxuyaniya Parastina Sivîl a Cezayîrê de hate ragihandin ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye.

Li dû erdhejê şêniyên herêmê ji malê derketin û li kolanan belav bûn. Li qada Bicayayê ku li herêma Kabiliyeyê ye 160 kes dimînin.

Parastina Sivîl diyar kir ku sê avahiyên kevn ên kes lê nînin, hilweşiyane.