Li Pencşîrê şerê li dijî Talîbanê giran dibe

Li geliyê Pencşîrê yê li rojhilatê Efganistanê ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye dorpêçkirin, şer giran dibe.

Ji berdevkên Eniya Berxwedanê ya Neteweyî (UDC) ku ji milîsên li dijî Talîbanê û hêzên berê yên Efgan pêk tê, Alî Mesam Nazarî got, "Li Pencşîrê şerekî giran diqewime."

Li gorî nûçeya AFP'ê, berdevk bal kişand ser kurê fermandar Ahmed Şah Mesûr ê 9'ê Îlonê ji aliyê El Qaîdeyê ve hate kuştin, Ahmed Mesûd û got, "Mesûd bi parastina gelî ve mijûl e."

UDC'ê ragihand ku Talîbanê windahiyên giran daye, li herêmê hatiye têkbirin, lê bîlançoyeke zelal neda.

Li medya dîjîtal di hesabên alîgirê Talîbanê de hate îdîakirin ku 31 şervanên Pencşîrî hatine kuştin.

Koordînatora Tevna Analîstan a Efgan Martîne van Bîjlert got, "Hêzên Talîbanê li pêşiya gelî kom bûne, lê ketine kemînê û gelek kuştî dane."

UDC ku beriya niha ragihandibû ku ew hêvîdarin bi Talîbanê re diyalogê bikin, diyar kir ku ew ê heta dawiyê gelî biparêzin. Li gorî Talîbanê diyaloga navbera aliyan bi rengekî têkçûyî bi encam bû. Talîbanê bang li UDC'ê kir ku çekên xwe deyne.

Ahmed Masûd roja Çarşemê daxuyaniyek da û got, "Talîbanê pêşniyar kir ku di hikumetê de dixwazin du cihan bide UDC'ê, lê belê em ji bo Efganistanê paşerojeke hîn baştir dixwazin." Masûd got, "Me ev pêşniyar nenirxand" û anî ziman ku Talîbanê rêya şer hilbijart.