Li Parlamenta Swêdê konferansa li ser Îranê

Di konferansê de, nûnerên sendîka, rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan û astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û rêxistinbûnê yên li Îranê.

Li ser rewşa Îranê, bi taybetî binpêkirina mafên mirovan, li Parlamenta Swêdê konferansek hate lidarxistin. Beşdarên konferansê hemfikir bûn, ku ji bo dawî li zextên li kedkar û hindikahiyên etnîkî û dînî yên li Îranê were anîn, ji bo lîderên karkeran ên girtî û girtiyên siyasî werin berdan zext li rejîma Îranê were kirin û bi vê armancê danezanek bê nivîsandin û weşandin.

GIRTÎ LI DIJÎ ÊŞKENCEYÊ DIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Koordînatora Lobîkariyê ya Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Maja Aberg anî ziman, ku zextên li Îranê li ser parêzvanên mafên mirovan û mûxalîfan zêde bûne, parêzvanên mafên mirovan dema bi Neteweyên Yekbûyî, saziyên Yekîtiya Ewropa ya jî Rêxistina Efûyê re têkiliyê datînin bi 'xayintiya li welêt' û 'sîxuriyê' tên sûcdarkirin û cezakirin.

Aberg diyar kir, ku li Îranê dadgerî û darizandineke adîl û serbixwe nîne, êşkence li girtiyan tê kirin û ji bo girtî nikaribe hewaya paqij hilm bikin, paceyên qewîş û hucreyan bi hesin hatine girtin. Aberg goot, "Girtî ji bo karibin êşkence û zextên tên kirin ragihîinn, neçar dimînin dikevin greva birçîbûnê" û bang li hikumeta Swêdê kir ku li hemberî binpêkirina mafên mirovan a li Îranê helwesteke vekirî nîşan bide.

BI RÊBAZÊN JI SERDEMA NAVÎN MAYÎ, ZEXT Û ÊŞKENCE TÊN KIRIN

Ji Federasyona Karkerên Ragihandinê û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Swêdê (LO) Saîed Tagavî jî ragihand, ku ew mafê rêxistinbûnê weke mafekî bingehîn ê mirovan dibîinn, lê belê li Îranê hurmet ji vî mafî re nayê dayin û li Îranê zext û êrîş li karker û kedkarên di nava sendîkayan de ne, tê kirin.

Tagavî anî ziman, ku daxwazên girtiyan siyasî û ji bo hilweşandina rejîmê nînin û got, "Girtî dixwazin şert û mercên kar bên sererastkirin û heqdestên wan bê zêdekirin kju karibin malbata xwe pê xwedî bikin. Li hemberî vê daxwaza mafdar, rejîm karkeran dixe girtîgehê û bi qemçiyan hewl dide bitepisîne. Rejîma Îranê bi rêbazên ji serdema navîn mayî, zext û êşkenceyê dike."

DIVÊ HIKUMETA SWÊDÊ LI HEMBERÎ ZEXT Û ZORDARIYÊ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Ji Federasyona Kommunal, ku li şaredariyan û meclîsên giştî yên bajaran bi rêxistine Goran Gûstavsson bi bîr xist, ku lîderên karkeran ji ber ku mafên kedkaran parastine niha li Îranê girtî ne. Gûstavsson diyar kir, ku wan ev lîderên karkeran; Reza Shahabî, Ebrahîm Madadî û Davoûd Razavî kirine endamên xwe yên rûmetê û di dewama axaftina xwe de bi dayina mînakên şênber qala êrîş û girtina karkerên li Îranê kir.

Gûstavsson anî ziman, ku divê ew li vê derê dakevin kolan û meydanan û ji hikumeta Swêdê bixwazin ku ji bo dawî li zext û êrîşên li Îranê were anîn bikeve nava liv û tevgerê, eger ev pêk nehat bi awayekî yekalî peymana bazirganiyê ya bi Îranê re betal bike.

DIVÊ AMBARGO LI SER ÎRANÊ WERE FERZKIRIN

Parlamenterê ji Partiya Keskan a Hawirdorparêz Valter Mûtt da zanîn, ku dîplomasiya bêdeng a hikumeta Swêdê bi giranî bê encam dimîne û got, "Di peymana bazirganiyê de ku bi Îranê re hate îmzekirin, diviyabû bihata destnîşankirin ku divê hurmet ji mafên mirovan, rêxistinbûn û azadiya ramanê were nîşandan... Pêwîste Swêd li nava Yekîtiya Ewropayê û li Neteweyên Yekbûyî helwesteke zelaltir nîşan bide."

Parlamenterê Partiya Moderat (Mûxafazakar) Hans Rûtberg diyar kir, ku ew alîgirin ambargo li ser Îranê bê danîn û bê îzolekirin.

Rûtberg ragihand, ku divê hikumeta Swêdê binpêkirina mafên mirovan di hevdîtinên bi rayedarên Îranî de bîne rojevê.

PÊWÎSTE BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN BIKEVIN ROJEVA YEKÎTIYA EWROPA Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Parlamentera ji Partiya Çep YasmîN Nîlsson anî ziman ku ew piştgiriyê didin Kurdan, hindikahiyên etnîkî û olî, karker û kedkarên li Îranê û bi bîr xist, ku wan binpêkirina mafên mirovan a li Îranê gelek caran xistine rojeva parlamentê.

Nîlsson da zanîn, li Îranê hilbijartineke adîl û azad nehatiye kirin û ji hikumeta Swêdê xwest, ku bi zimanekî zelal van binpêkirinên mafên mirovan şermezar bike û mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropa û neteweyên Yekbûyî.

Parlamentera ji Partiya Xiristiyan Sofîa Damm jî işaret bi zextên li Îranê yên li hindikahiyên olî; Asûrî-Suryanî, Ermenî û Êzidiyan tê kirin. Ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat parlamenter Anders Osterberg jî anî ziman ku têkiliyeke wan a xurt bi komên Îranî yên li dîasporayê heye û ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan bê, dikevin nava gelek hewldanan.