Li Parîsê agir bi avahiyekê ket: 8 penaber birîndar bûn
Li navçeya 18'emîn a paytexta Fransa Parîsê, agir bi avahiyekê ket ku penaber lê diman. Ji ber şewatê 8 kes birîndar bûn.
Li navçeya 18'emîn a paytexta Fransa Parîsê, agir bi avahiyekê ket ku penaber lê diman. Ji ber şewatê 8 kes birîndar bûn.
Li kolana Marc Séguin a navçeya 18'emîn a paytexta Fransa Parîsê, agir bi avahiyekê ket ku penaber lê diman.
Li gorî agahiyan, agir ji mutbexa hevpar derketiye û di encamê de 8 kes birîndar bûne.
Ji van birîndaran 5'an ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Hate ragihandin ku agirê li mutbexa hevpar derket di demeke kurt de gihîşt qatên du û sêyemîn ên avahiyê.
Ji ber metirsiya agir 360 kes ji herêmê hatin veguhastin.