Li Pakistanê ji ber êrîşa xwekujî 31 kes mirin

Di êrîşa xwekujî ya li bakur-rojhilatê Pakistanê de 31 kes mirin û herî kêm 50’î kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Kalaya yê herêma kabîle ya dikeve bakur-rojhilatê Pakistanê li dijî cihê bazarê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di êrîşê de 31 kes mirin û nêzî 50’î kes jî birîndar bûn.

Ji rêveberên xwecihî Ameen Ûllah ku ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li gorî çavkaniyên polîsan êrîşeke xwekujî pêkhatiye.

Polîseke ku xwest nasnameya wî veşartî bimîne got, êrîşeke xwekujî çêbûye.

Şahidekî bûyerê jî ragihand ku zarokekê bi motosîkletê kete nava mirovên li bazarê û diyar kir ku teqîn piştre çêbûye.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku ji birîndaran rewşa 17 kesan krîtîke.