Li Pakistanê êrîşên xwekuj: 10 kes mirin 24 kes birîndar bûn

Li Lahorê ya ku li rojhilatê Pakistanê ye êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 10 kes mirin û herî kêm 24 kes birîndar bûn.

Li nêzî mozoleya sûfiyan a ku ji sedsala 11’an maye û yek ji mozoleya herî mezin a Esyaya Başûr e, êrîşeke xwekuj pêk hat.

Fraksiyoneke Talîbanan a li Pakistanê êrîş li xwe girtin. Berpirsê wîlayeta Pencabê Ûsman Bûzdar diyar kir ku di êrîşê de 3 polîs, 2 karmendên ewlehiyê û yek jê zarok 5 kesên sivîl mirine. Tê diyarkirin ku bi dehan kes jî birîndar bûne.

Mozoleya Data Dardar a ku gelek festîvalên sûfî lê tê lidarxistin jî di sala 2010’an de bûbû hedefa êrîşeke xwekuj. Di êrîşê de 40 kes miribûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê jî tê de gelek kom êrîşî Sûfiyên li Pakistanê dikin.