Li Pakistanê êrişa xwekujî: 3 kes mirin

Li qadeke nêzî sînorê Pakistan û Efganistanê di êrişeke xwekujî de herî kêm 3 paramîlîter mirin.

Li taxa Mîan Gundî ya bajarê Ketta ya li başûr rojavayê welêt, li dijî muxafizên sînor êrişeke xwekujî hate kirin.

Li gorî agahiğyên ji aliyê polîsan ve hate ragihandin, firoşkarên ji civaka Hazara ya Şîa dema ku zebzeyên xwe difirotin, bi motorsîkleteke bombebarkirî êriş hate kirin. Herî kêm 3 paramîlîter hatin kuştin. Sivîl jî di nav de 20 kes jî birîndar bûn.

Li vî welatê ku piraniya şêniyên xwe Sûnî ye, Hazara timî dibin hedefa êrişên komên Îslamî.

Paramîlîterên ku ji bo kontrolkirina sînorê navbera Efganistan û Pakistanê wezîfedar in, li vê herêma ser bi Belûcistanê salên dawî gelek caran dibin hedefa êrişan. Li Belûcistanê têkoşînek ji bo otonomiyê heye.