Li Pakistanê êrîşa bombeyî pêk hat: 16 kes mirin

Li bajarê sereke Ketta yê paytexta eyaleta Belûcistan a Pakistanê li bazarekê teqînek pêk hat û herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî rayedarên xwecihî, li devereke ku piraniya niştecihên wê Şîa ne teqîn pêk hat. Ev qada navborî gelek caran bi êrîşên komên weke 'Cîhatgir' tên binavkirin dibe hedef.

Hate ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 16 kes mirine, 30 kes jî birîndar bûne. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, ji civaka kêmar a Hazara ya Şîa ne. 

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandî, bombe xistine nav telîsên bazarê.

Beriya meha Adarê di treneke ku Kettayê bi Rawalpindiyê ve girê dide de bombeyek hatibû teqandin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn.