Li Pakistanê balefira leşkerî ket: 17 kes mirin

Li Pakistanê balefireke leşkerî li navçeyeke sivîlan ket. 17 kes mirin.

Balefireke biçûk a artêşa Pakistasnê vê sibehê li ser Rawalpîndîyê ket a ku nêzî Îslamabadê ye. Di vê qezayê de 17 kes mirin.

Endamekî koma alîkariyê ya herêmî ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku wan cenazeyê 12 kesên sivîl û 5 xebatkarên balefirê dîtine. Di qezayê de 12 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku wan gelek ambûlans şandine cihê bûyerê û balefira ku qeza kiriye jî ji bo perwerdehiyê dihate bikaranîn.

Li Pakistanê di sala 2016’an de jî qezayeke balefirê çêbûbû. Şîrketa bi navê PIA li herêmeke çiyayî ya li bakurê welat ketibû û 47 kes miribûn.

Di sala 2010’an de jî balefira Aîrbûs 321 a ku sefera Karaçî – Îslamabadê dikir beriya ku dakeve jêr li girekî ketibû û di vê qezayê de 152 kes miribûn.