Li Osloyê alarma teqemeniyê
Li paytexta Norwêc Osloyê, bi gumana ku bombe heye, taxek bajêr bi temamî hate girtin.
Li paytexta Norwêc Osloyê, bi gumana ku bombe heye, taxek bajêr bi temamî hate girtin.
Li taxa Gronland a Osloyê, piştî dîtina madeyekê ku guman jê tê girtin teqemenî ye, tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin. Hat ragihandin ku li gorî texmînan, madeya li taxa Gronlandê hatiye dîtin, teqemeniyek 'qels' e.
Gelek polîs li taxa Gronlandê hatin bicihkirin û tedbîrên ewlekariyê di asta herî bilind de hatin girtin.
Polîsê Osloyê ragihand, wan kesekî ku jê bi guman in teqemenî daniye taxê, binçav kirine.
Li paytexta Swêd Stockholmê, ku cîranê Oslo ye, bi qemyonekê komkujî hatibû kirin û 4 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, 12 kes jî birîndar bûbûn. Balkêş e piştî vê êrîşê, li Osloyê jî bûyereke bi vî rengî rû da.