Li Norwêçê wê dawî li komkujiya ajalên bi kurk were

Li Norwêçê ji bo ku qedexekirina xwedîkirina ajalên bi kurk, ku nexasim li deverên bejahiyê berbelav e, qanûnek tê hazirkirin, bi vê, ji bo parastina ajalan wê gaveke erênî were avêtin.

Tê payin ku ev pêşnûmeya yasayê havînê derkeve. Nêzî 200 kesên ku ku 1 ji 100'î yê bazirganiya kurkê vîzona wê cîhanê û 3 ji 100'î yê bazirganiya kurkê roviyan bi destê wan de ye li dijî vê pêşnûmeyê ne.  Li gorî pêşnûmeyê wê xwedîrkirina heywanên bi kurk were qedexekirin û çewlikên heyî heta 1'ê Sibata 2015'an wê werin qedexekirin.

Ji bo kesên ku sewalan xwedî dikin ''mexdûr nebin'' wê desteka bi bi 500 milyon kronî (51 milton Euro) desteka darayî bidin. Ji vî, bi qasî 100 milyonî wê ji bo ku xwedîkirina ajalên din an jî ji bo ku berê xwe bidin sektoren din were bikaranîn.

Lê komeleyên kesên ku ajalan xwedî dikin dibêjin bi kêmanî divê desteka bi qasî 2,3 milyar kronî li wan were kirin. Her wiha komele dibêjin wê zehmet be kesên ku ev ji kesên ku di vê sektora 100 salî de dixebitin bikaribin berê xwe bidin pîşe an jî sektorên din.

Di nav hikûmeta rastgir-lîberal de lîberal destekê didine pêşnûmey yasayê, her wiha li gel hin komeleyan, hin muxafazakar û siyasetmedarên populîst li dij disekinin.