Li Norwêcê êrişa bi tîr û kevanê: 5 kes hatin kuştin

Li Norwêcê kesekî bi tîr û kevanê êriş kir. Di encamê de pênc kes mirin, du kes jî birîndar bûn.

Polîsên Norwêcê ragihandin ku roja Çarşemê li bajarê Kongsberg ê li başûrrojhilatê Norwêcê zilamekî ku tîr û kevan pê re bû, herî kêm 5 kes kuşt û 2 kes jî birîndar kir.

Rayedarekî polîsên xwecihî Øyvind Aas civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku gumanbarek hateiye girtin û diyar e ku bi tena serê xwe tevgeriya ye.

Berdevk ragihand ku wê lêbikolin bê êriş çalakiyeke terorê ye yan na.

Tê gotin, êrişkar ji supermarketeke Coop Extra ya li rojavayê Kongsbergê dest bi êrişê kiriye. Yek ji birîndaran polîsekî bi destûr bû ku hingî li wê dikanê bû.

Hate ragihandin ku li gorî dema herêmê saet di 18:47'an de di navbera êrişkar û polîs de şer qewimî.

Rayedarê polîsan Aas anî ziman ku tê lêkolîn bê êrişkar di dema êrişê de çekeke din jî bi kar aniye yan na.

Rayedaran dor li gelek herêmên bajarok girtin û ji bo lêkolînkirina cihê bûyerê û berhevkirina delîlan ji şêniyên bajarok xwestin ku li hundir bimînin.

Gumanbar birin qereqoleke polîsan a li bajarokê Drammenê. Hîn nehatiye lêpirsîn.

Midûriyeta polîsan a welêt ji polîsên li tevahiya welêt xwest ku hîn bêhtir tedbîran bigirin û çekê hilgirin. Li welêt bi polîsan hemûyan re çek nîne.

Li gorî daxuyaniya midûriyetê polîs heta niha negihiştiye nîşaneyek di asta gefa neteweyî de.

Li Norwêcê beriya niha êrişên rastgiriya tund rû da bûn.

Di 22'ê Tîrmeha 2011'an de Anders Behring Breivik li girava Utøyayê beriya ku êrişî mîtînga Ciwanên Karker bike, li nêzî avahiya hikumetê ya li Osloyê bombeyek teqandibû û 8 kes kuştibû. Piştre jî 69 mirovên lê rast hatibû, qetil kiribû.