Li Norwêcê asta 'gefa terorê' hate bilindkirin
Li paytexta Norwêc Osloyê, piştî ku bombeyeke amadekirî hate dîtin, asta 'gefa terorê' ya li welêt hate bilindkirin.
Li paytexta Norwêc Osloyê, piştî ku bombeyeke amadekirî hate dîtin, asta 'gefa terorê' ya li welêt hate bilindkirin.
Bombeya roja Şemiyê li herêma Gronland a li navenda Osloyê hate dîtin, ji aliyê polîsan ve bi kontrol hate teqandin. Der barê mijarê de welatiyekî Rûs ê 17 salî hate binçavkirin.
Piştî vê yekê, asta 'gefa terorê' ya li Norwêcê ku hate bilindkirin û derbasî asta 'pêkan e' hate kirin.
Li gorî nûçeya Reutersê, ciwanê Rûs ê hate binçavkirin, di sala 2010'an de li Norwêcê serlêdana penaberiyê kiribû.