Li Nînowa şaneyeke DAÎŞ’ê hate girtin

Navenda Ragihandina Leşkerî ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Nînowayê şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê girtine.

Navenda Ragihandina Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê ku destê wan di kuştina welatiyên sivîl de hene û dîsa veguhestina xizmên çeteyên DAÎŞ’î yên hatine kuştin, hatine girtin.

Navendê destnîşan kir ku şandeya çeteyên DAÎŞ’ê li parêzgeha Nînowa ku dikeve Bakurê Iraqê girtine.

Hate raginadin ku piştî agahiyên baş û dîsa lêkolînkirinê ev koma çeteyên DAÎŞ’ê ku ji 6 kesan pêk tê, li Mûsilê girtine.

Navendê diyar kir ku ev çete destê wan di kuştina welatiyên sivîl û hêzên ewlekariyê de hene, her wiha yek ji karê wan ê esasî jî veguhestina xizmên çeteyên DAÎŞ’ê yên hatine kuştin in.