Li Nîkaragûayê bi tundî dest li xwepêşandanan hate werdan

Li Nîkaragûayê ku xwepêşandanên li dijî hikumetê lê dewam dikin, tê gotin ku di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de şerekî dijwar qewimiye.

Li dijî reformên ku Serokdewletê sosyalîst Daniel Ortega dixwaze di mafên civakî de bike, ji meha Nîsanê ve xwepêşandan tên kirin. Heta niha herî kêm 139 kes mirine.

Meha Gulanê bi navbeynkariya Dêra Katolîk danûstandinê dest pê kiribû, lê bi ser neketibû. Ji ber vê yekê xwepêşandanan ji nû ve dest pê kirin û tê gotin, polîs û milîsên alîgirê hikumetê bi tundî dest li xwepêşandanan werdane. Li rojhilatê paytext Managûayê, jib o rakirina bendên li ser rê bi tundî dest li xwepêşandanan hate werdan û şerekî dijwar qewimî.

Li gorî agahiyan, bi taybetî li paytextê dengê çekan tên û xwepêşandêr jî bi kevir û hawanên bi destan hatine amadekirin, bersivê didin.

Tevî 7 herêmên cuda yên paytextê, li bajarên Sebaco, Las Maderas û gelek bajarên din xwepêşandan dewam dikin. Tê îdîakirin ku bendên li van bajaran ji aliyê polîsan û milîsên alîgirê hikumetê ve hatine rakirin.

Li bakurê welêt jî êrîşek li dijî qereqoleke polîsan hate kirin. Tê gotin, ji ber êrîşê 2 polîs û 3 kes mirine. Lê hîn nayê zanîn bê pêwendiya vê çalakiyê bi xwepêşandanan heye yan na.