Li Nîjêryayê nêzî hezar zarokên çekdar vegeriyan malên xwe

Li Nîjeryayê hêza milîsan a bi navê CJTF ya ku li dijî çeteyên Boko Haram têdikoşe, biryar da ku gelek zarokên çekdar ên di bin banê xwe de serbest berde.

Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF), li Nîjeryayê koma ku li dijî çeteyên Boko Haram têdikoşe 833 zarokên çekdar ên dibin banê wê de şandine malên wan.

Li eyaleta Borno a ku herî zêde çeteyên Boko Haram lê komkujiyan pêk tîne sala 2013’an Hêza Mudaxelaya Sivîl (CJTF) ku hatî avakirin wê demê zêdetirî hezar zarokên dibin temenê 15 salî de xistibûn dibin banê xwe de. CJTF di encama muzakereyên sala borî de şandina endamên çekdar ên dibin temenê 15 salî de ya ji bo malê wan qebûl kiribû.

Berdevkê UNICEF’ê Chrîstophe Boûlîerac ragihand ku CJTF’ê di qonaxa destpêkê de 833 zarokên çekdar ên di bin banê xwe de berdaye.

‘JI BO DÛRXISTINA ZAROKAN JI ŞER GAVEKE GIRÎNG E’

Nûnerê UNICWF ê Nîjeryayê Prenîlle Îronsîde got, ev biryar ji bo dûrxistina zarokan ji şer gaveke girîng e û hê jî bi sedan zarok di nav regfên CJTF’ê de ne. Îronsîde got, divê zarok ne di nava şer û yekîneyên lojîstîkê de bin.

Li bajarê Maîdûgûrî yê Borno yê ku CJTF herî zêde xebatan li wir dimeşîne hatibû diyar kirin ku 175 kur û 294 jî zarokên keç bi çek kiribûn.