Li Nîjeryayê ji ber baranên zêde 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku li başûrê Nîjeryayê 15 kesan ji ber baranên zêde jiyana xwe ji dest dane.

Li paytext Maradiyê gelek kesan ji ber baranên zêde jiyana xwe ji dest dan. Waliyê bajêr Isufu Maman ji televizyona dewletê Tele Sahalê re daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Maman da zanîn ku birîndar û gelek zirarên madî jî hene. 

Di dîmenan de  tê xuyakirin ku herka xurt dibe sedema hezaz û hilweşîna xaniyan.

Baranên zêde li hin herêman zirar daye şebekeyên ava vexwarinê û ceyranê jî.

Baranên zêde yên ji meha Hezîranê ve ye dibarin, gelekî bandor li bajarê Maradiyê kirine.  

Li gorî raporeke ku di 22’yê Tîrmehê de ji aliyê hikûmetê ve hatî weşandin, di nava 3 mehan de baranên zêde li welat bûne sedema mirina 217 kesan û birîndarbûna 200 kesî. Her wiha vê yekê bandor li zêdetirî 350.000 kesî kiriye.