Li Nîjeryayê cotkar û sewalkar pevçûn: 86 kes mirin

Li navenda Nîjeryayê ev bi rojan e di navbera cotkar û sewalkaran de pevçûn diqewimin. Herî kêm 86 kesî jiyana xwe ji dest da.

Pevçûn, li navenda bajêr Barkîn Ladîn pêk hat. Di encama êrîşên ku sewalkaran birî ser cotkaran de, li gorî daneyên polês heta niha herî kêm 86 kesan jiyana xwe jidest daye û 6 kes jî birîndar bûne. Her wiha ji be pevçûnan 50 mal hatine şewitandin.

Li herêmê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Roja yekşemê jî ciwanên ji koma etnîkî ya Berom, li ser riya di navbera paytexta eyaletê Jos û paytexta herêma federal Abûja de senger danîn û xwediyê seyareyên ku dişibin koma etnîkî ya Poller û misilmanan kirin armanç. Li gorî rêwiyan ragihandî di van êrîşan de herî kêm 6 kesî jiyana xwe ji dest daye.