Li Nîjeryayê 3 xwekujên jin êrîşî mizgeftê kirin

3 xwekujên jin êrîşî mizgefta Dîffa ya dikeve başurê rojhilatê Nîjeryayê kirin. Di êrîşê de herî kêm 10 kes mirin.

Êrîş piştî xwarina fitarê ya li mizgefta Dîffa yê pêk hat. Hate ragihandin ku di dema nimêjê de 3 xwekujên jin êrîş pêk aniye.

Dîffa li derdora Gola Çad, li nava sînorê bi Nîjeryayê re ye. Li Çad û Kamerûnê ji aliyê Boko Haram a Nîjeryayê ve bê navber êrîş pêk tên.

Boko Haram bû du parçe û parçeyekê girêdanbûna xwe ya bi DAIŞ’ê re ragihand. Nîjerya û leşkerên Amerîkayê di meha Kanûnê de 11 kes ji komên girêdayî DAIŞ’ê kuştibû.

Boko Haram ji bo balê nekêşe ser xwe dem dem jinan ji bo êrîşên xwekujî bi kartîne.

Di şerê heta niha li herêma Gola Çadê zêdetirî 15 hezar kes mirin, bi mîlyonan kes jî neçar man koçber bibin. Di Hezîrana 2016’an de li bajarê Booso yê Nîjeryayê di êrîşekê de 32 leşker hatibûn kuştin, piştî êrîşê 2 hezar leşkerên Çad’ê beşdarî operasyonê bûbûn. Leşkerên Çadê di Cotmeha 2017’an de paşve vekişiyan.