Li nêzîkî Tehranê li herêma sinayî şewat

Li nêzî peytexta Îranê Tehranê li herêmeke sinayî ji ber sedeme ku hê zelal nebûye şewat derket.

Li gorî televizyona dewletê li qada sinayî ya navçeya Jajrûdê, ku di nav sînorên eyaleta Tehranê de ye, şewat derket. Tîmên agirkujiyê şandin cihê rûadnê, agahî nehate dayin bê ka di şewatê de kes birîndar bûye yan na.

Berpirsekî agirkujiyê ji televizyoneke dewletê re axivî û diyar kir têkilî şewatê rapirsînê dest pê kiriye.

Li Îranê ji dawiya Hezîranê û vir ve gelek şewat û teqîn çêbûn.

Sêşeşma bihurî li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê li garajekê TIR şewitîn, 4 jê agirkuj, 5 kes birîndar bûn.

Her wiha Tîrmehê li şantiyeya Deryayê Buşehrê jî şewat derket. 19'ê Tîrmehê li santraleke kehrabayê ya li eyaleta Îsfaxanê teqîn çêbû.