Li nêzî peravên Spanyayê 13 koçber xeniqîn

Di demên dawîn de gelek koçber dixwazin ji ser Spanyayê biçin welatên Ewrûpayê. Hate ragihandin ku di navbera Fas û Îspanyayê de gelek koçber xeniqîne.

Hate ragihandin ku li nêzî bajarê Melîla ya ku li bakurê rojhilatê Fasê ye, gelek koçber xeniqîne.

Li gorî rayedarên Spanyayê ji nav 93 koçberan 80 jê hatin rizgarkirin. Hate ragihandin ku 13 koçber di avê de xeniqîne.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin ev koçber di du botên cihê de xwestine xwe bigihînin Spanyayê û piraniya wan ji welatên Efrîkaya jêr in.

Di salên dawîn de koçberan bêtir ji ser Îtalya û Yewnanistanê dixwestin derbasî welatên Yekîtiya Ewrûpayê bibin, lê îsal û şûnde êdî ji ser Îspanyayê dixwazin derbasî welatên Yekîtiya Ewrûpayê bibin. Li gorî agahiyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî herî kêm 47 hezar koçberan xwe gihandina Îspanyayê û herî kêm 564 koçber jî di Behra Spî de xeniqîne.

Koçberên ku ji Fasê dixwazin biçin Îspanyayê bêtir penaberên ji welatên Efrîkayê ne.