Li Nepalê ji ber bahozê 27 kes mirin, 600 kes birîndar bûn

Li başûrê Nepalê ji ber bahozê herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 600 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Bara yê Nepalê û herêma derdora wê bahozeke mezin rabû. Ji ber bahozê gelek avahî hilweşiyan, dar rabûn, dîrekên elektrîkê ketin.

Rayedarên xwecihî ragihandin, herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 600 kes jî birîndar bûne. Karê ji bo rizgarkirinê yê li herêmê didome. Tê gotin dibe ku bîlanço girantir bibe.

Serokwezîr K.P. Sharma Oli ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Li Nepalê, di demsala biharê de bahozên ku rê li ber encamên bi vî rengî giran vedikin kêm caran rû didin.